Bangewaziyek bo giftûgoya Kurdî – Kurdî

Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bangekê bo alî û partiyên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê belav dikin, tê de daxwaz dikin ku, rojevê bi şêweyekî durist bixwînin û li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û yên niştimanî kar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bangekê bo alî û partiyên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê belav dikin, tê de daxwaz dikin ku, rojevê bi şêweyekî durist bixwînin û li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û yên niştimanî kar bikin.

Di banga rewşebîran wiha hatiye: Piştî ku leystika berjewendiyên siyasî û ajendeyên navwelatî û yên herêmî encamên xwe li ser xaka Sûrî rû dan, ji kuştin, wêran, surgun û talanê, yên bûne sedema nêzîkbûna di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de, di rêya lihevkirina navendên hêza navwelatî de da tevgera şoreşgerî armancên xwe pêk neyine, herweha neçariya pêkanîna çareseriya leşkerî bo bidawîkirina dijberiyê li Sûriyê, û hewldanên lêgerînê bo çareseriyeke siyasî ji krîzê re.

Ji hemû layanên siyasî yên Kurdî tê xwestin ku rojevê bi şêweyekî durist bixwînin li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û yên niştimanî bi armanca tekezkirina li ser hejmarek ji prinsîpên giştî, yên ku em weke komek ji nivîskar, rojnamevan û çalakvan ên bi rewşa giştî mijûl, pêkanîna wan weke pêwîstiyekê bi nav dikin, û egera encamên wan ên erênî weke nêrîneke siyasî- ya Kurdî yekgirtî ji raya giştî re dibînin, çi li ser asta Sûriyê û çi li ser a navwelatî be.

  • Dûrketina ji tundîtî, nakokî û pevçûnan û pêkanîna mêjiyê hêzê di danûstandinê û çareserkirina nakokiyan de, û rêdana derfetê bo rêbaza rêzgirtina çendîtiya siyasî û partiyatî, herweha redkirina girtina li ser paşxana siyasî weke awayan bo sazkirina pirên gotûbêj û giftûgoyan.
  • Parastina peywendiyan di navbera layanên Kurdî û hêzên Sûrî yên demokratîk de li ser bingeha pênasîn û rêzgirtinê ji herdu aliyan ve.
  • Tekezkirina li ser naveroka mirovane ya doza Kurdî ya ku li ser rêzgirtina aliyên din avakirî ye, û xwedîderketina li prinsîpa wekhevî û hevkariya rasteqîn di maf û erkan de, bêyî reaksyonê ya ku di encamên siyasetên nijadperestî rû didin, ew siyasetên li ser bingeha tunekirina aliyên din ava dibin û hin layan û kesayetî yên siyasî li wan xwedî der dikevin û dibine sedema dûrketinê di navbera pêkhateyên Sûrî de.
  • Redkirina çanda îxanetkirin û tawanbarkirina aliyê din bi sîxuriyê, û betalkirina vê çandê ji hundirê mala Kurdî.
  • Rawestandina şerên ragihandinê û belavkirina daxuyaniyên ne berpirs, yên dibine sedema berfirehkirina nakokiyan di navbera layanên siyasî de, herweha derfetên lihevkirinê qels dikin, wisa bi pêkanîna giftûgoyê û rêdana derfetê li pêşiya saziyên çapemeniyê da li gorî belgeyên rûmeta ragihandinê bi rola xwe rabin.
  • Banga li hemû layanên siyasî yên Kurdî bo danûstandinê bi hemû zaroyên herêmê re bikin li ser bingeha mafê mirovan di ewlehî û jiyana azad û bi rûmet de.
  • Çalakirina rola saziyên civaka sivîl û komîteyên aştiya navxweyî û civandina kesayetiyên niştimanî yên serbixwe û xwedî nêrîn, herweha rêxistinên ciwanan yê serbixwe û beşdarkirina wan di sazkirina biryarê de da rola xwe di bicihkirina prinsîpên bexşandin, dadmendî û hevjiyanê di nava hemû pêkhateyan de.
  • Veguheztina saziyên ewlekrî û leşkerî yên li ser zemînê bo hêzên hevbeş ji hemû pêkhateyan, û bibine serbixwe û ne girêdayî siyasetê û ji ajendeyên partiyan dûr bin, tenê erkên wan parastin welatiyan û ewlehiya giştî bin li deverên di bin kontrola wan de.
  • Banga li hemû layanên siyasî yên Kurdî bo bi yek peyvê bin, û ji nêrînên hevbeş dest bi doza gelê Kurd bikin, bi rêya sazkirina rêveberiyeke hevbeş li ser bingeha şarezayî û pakiyê. Da rê li pêşiya hemû ajende yên li dijî yekîtiya siyasî û civakî bêtin qutkirin.
  • Banga giftûgoyê li hemû layanên Kurdî (Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Hevbendiya Niştimanî Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê), bi rêya civînan re li ser maseya giftûgoyên zelalmend û rasteqîn dûr ji mercên derveyî berjewendiyên Kurdî, bi armanca çareserkirina nakokiyan bi serpiriştiyeke ji hêla hêzn Kurdistanî ve, û navwelatî eger derfet hebe.

Em kesên îmzekar, em vê bangewaziyê weke peyameke yekser ji hemû layanên siyasî yên Kurdî re(yên navên wan di naveroka wê de hatin) dişînin, û bi hêvî ne ku helwestên xwe ji vê, bi daxuyaniyên fermî destnîşan bikin.