Sekreterê Giştî yê HDKê dest ji kar kişand

Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê bi piraniya dengan daxwaza Xalid Ezîzî ji bo destkişandina ji posta Sekreterê Giştî pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê bi piraniya dengan daxwaza Xalid Ezîzî ji bo destkişandina ji posta Sekreterê Giştî pesend kir.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro Komîta Navedî ya HDKê sekreterkî nû hildibijêre.

Her yek ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê Mistefa Mewlûd û Endamê Serkirdeyatiya HDKê Aso Hesenzade, berbijêrên posta Sekreterê Giştî ne.  

Xalid Ezîzî berî demekê dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî serkirdayetiya partiya xwe kiribû, îro jî civîna Komîta Navendî ya wê partiyê ew daxwaza Xalid Ezîzî pesend kir.

Xalid Ezîzî di kongreya 14emîn ku di meha Adara 2008an de birêve çûbû, wek Sekreterê Giştî yê HDKê hatibû hilbijartin. Herwiha di kongreya 15emîn û 16emîn jî wek Sekreterê Giştî hatibû hilbijartin. Kongreya 16emîn di meha Reşneha 2016an birêve çûbû.

Berbijêr Aso Hesenzade jî, kurê Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) Ebdula Hesenzade ye, ku piştî kongreya 13emîn ligel hejmarek ji endamên serkirdeyatiyê û kadro û endamên HDKê, ji wê partiyê cuda bûn.