Ehmed Turk ji Sîlîvriyê bo girtîgeha Xarpêtê hate veguhastin

Hevserokê Şaredariya Mezin Ehmed Turk, ji Zîndana Sîlîvrî ya Stenbolê bo girtîxaneya Xarpêtê hat veguhastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Şaredariya Mezin Ehmed Turk, ji Zîndana Sîlîvrî ya Stenbolê bo girtîxaneya Xarpêtê hat veguhastin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk, di 17'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji peywîrê hat dûrxistin û di 24'ê Mijdarê de ji aliyê Dadgehê ve hat girtin û di girtîgeha Sîlîvriyê de girtî bû.

Hat ragehandin îro Ehmed Turk ji zîndana Sîlîvrî hat derxistin û ew birin girtîxaneya Xarpêtê.

Rewşa tenduristiya Ehmed Turk (74 salî) xerab e, ku di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bizîşkî heye,  dihat hêvîkirin ku serbest bê berdan.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî gotibû, divê Ehmed Turk serbest bê berdan.