Barzanî berve Ewropayê birê ket
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê berve Ewropayê birê ket û beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosa Swêsrayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê berve Ewropayê birê ket û beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosa Swêsrayê dike.
Korbenda Aboriya Cîhanê ji roja 17 heta 20 Çile birêve diçe û Barzanî beşdarî paneleke taybet bi Iraq û Sûriyê dike û di çarçova beşdariya di korbendê de komek ji hevdîtin û civîn bi serkirdeyên beşdarbûyî re encam dide.
Di vê serdanê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bi Serok Barzanî re ne. li gor karnama korbendê jî Barzanî roja 20 vê mehê beşdarî panelekê dibe.
Korbenda Aborî ya Davosê heta JI roja 17 û heta 20 vê mehê berdewam dibe, pirsên aborî û rehendên cuda, pirsên siyasî û pêwendiyên di navbera welatan de û pirsgirêkên cîhanî tê de têne gengeşekirin.
Tîma K24ê jî beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê dibe û bi berdewamî romala korbend û panelan dike.
