Li Rojavayê Kurdistanê 2 teqîn

Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li ber nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) çêbû. Herwiha li bajarê Hesekê jî teqînek li nêzîkî nivêsgeha PYKSê çê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li ber nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) çêbû. Herwiha li bajarê Hesekê jî teqînek li nêzîkî nivêsgeha PYKSê çê bû.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo ragihand, îro demjimêr 1:45 ber destê sibê kesên nenas bi bombeyekê êrîşî nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê kir, di encamê de ziyanên mezin gihiştin nivîsgehê û ti ziyanên canî nebûn.

Her îro demjimêr 6:00 sibê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li taxa Muftî çêbû. Teqîn li nêzîkî nivîsgeha Partiya Yekîtya Kurd li Sûriyê bi 100 m çêbû, ziyan bi tenê madî bûn.

Çendîn car e nivîsgehên ENKSê û partiyên bi ser wê ve rastî êrîşan tên, bê ku êrîşker û tawanbar ji aliyê Asayişa Rojava ve bên girtin û pêşkêşî dadgehê bibin.  

Teqîna li ber nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê/ 17 Çile 2017