li Rojavayê Kurdistanê binpêkirina mafê rojnamevanan

Li gorî raporteke Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 18 kêseyên binpêkirina mafê rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hatine pêk anîn, ku 3 ji wan canê xwe ji dest dane. Hin rojnamevan dibînin ku hêzên ewlehiyê di ber parastina welatiyan de berpirs in, herwiha bandora nakokiyên siyasî jî li ser zêdebûna van kêseyan heye.

 

K24 – Qamişlo

Li gorî raporteke Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 18 kêseyên binpêkirina mafê rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hatine pêk anîn, ku 3 ji wan canê xwe ji dest dane. Hin rojnamevan dibînin ku hêzên ewlehiyê di ber parastina welatiyan de berpirs in, herwiha bandora nakokiyên siyasî jî li ser zêdebûna van kêseyan heye.

Li gorî amarên 2016ê yên taybet bi binpêkirinên der heqê mafê rojnamevanan de bi dehên kêseyeyan li Rojavayê Kurdistnanê hatine tomarkirin, çi kuştin be, yan jî girtin û binçavkirin be. Hin rojnamevan dibînin ku hêzên ewlehiyê li rojava radihêjin berpirsyatiya herî mezin ji ber parastina welatiyan ji erkê wê ye, herwiha didin zanîn jî ku nakokiyên siyasî yek ji sedemên sereke ne ku rojnamevan baceya wan didin.

Rojnamevan Cihad Derwîş li ser parastina rojnamevanan ji K24ê re got: “Hemû berpirsyatiya desthilata Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ew ya ku bi karê aramiyê û parastinê radibe. Pêwîst e hemû hêza xwe û derfetên xwe bi dest bixe, da zor û îşkence li rojnamevan neye. Pêwîst e yên mediyakar ti alîgeriyê neke û nebe beşek ji nakokiyên siyasî.”

Yekîtiya Ragihandina Azad yek ji saziyên ku parastina mafê rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê dike, berpirsên wê eşkere dikin ku di her derfetê de ew fişarê li ser saziyên Rêveberiya Xweser dikin, da derfetên azadiya derbirînê berfirehtir bikin, herwiha tekez dikin ku tevî zehmetiyê heyî lê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji rewşa deverên din di Sûriyê de çêtir e, herwiha pêwîst e medyakar cêwaziyê bixin navbera kar û nêrînên xwe yên taybet de.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Şehnaz Usman jî ji K24ê re axivî û got: “Yek Yekîtiya Ragihandina Azad û wek rojnamevan em hewil didin da xelkê dûrî nakokiyên siyasî bixin, ji mafê her aliyekî siyasî ye ku piropogena ji xwe re çê bike, lê dema rojnamevan bikeve vî warî de wê çaxê metirsî di wir deye.”

Di sala bûrî de li gorî amarên Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 3 rojnamevanan dema li ser karê xwe bûn li bereyên şer canê xwe ji dest dane, ji bilî 3 kêseyên îşkence û 7ê din jî kêseyên girtinê ne. Tevî rewşa Rojavayê Kurdistanê ji seranserî Sûriyê bêhtir têkel û aram e, lê li gorî hin pisporan zêdebûna hejmara kêseyan ji yên sala bûrî, paşeroja azadiya karê rojnamegeriyê ne diyar dihêle.

 

 

Fly Erbil Advertisment