Barzanî li Davosê çend hevdîtinên siyasî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de ligel hejmarek ji serok û serokwezîrê welatên cîhanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de ligel hejmarek ji serok û serokwezîrê welatên cîhanê dicive.
Li gor zanyariyan, yek ji wan hevdîtinên Barzanî li Davosê bi Serokwezîrê Holanda Mark Rute dibe, herdu alî pêwendî û pirsên hevbeş yên di navbera Herêma Kurdistanê, Holandayê de û şerê DAIŞê û pêşketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî di operasyona kontrolkirina Mûsilê gotûbêj dikin.
Her îro Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Azirbeycanê Îlham Eliyêf bicive û derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Azirbeycanê gotûbêj bikin.
Îro bo Serok Barzanî rojek e ku tê de pir hevdîtinan di çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê encam dide, yek ji berpirsê wî welatên ku hevdîtinê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dike, Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî ye. Rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, şerê DAIŞê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê guftûgo dikin.
Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê roja 17 Çile dest bi karê xwe kir û heta roja 20 Çile berdewam dibe. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di rêza wan kesayetiyan de ye ku beşdariyê di pirsên cuda yên wê korbendê de dike.
Barzanî di paneleke taybet bi Iraq û Sûriyê de roja 20 Çile beşdariyê dike û her yek ji Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura, Cîgirê Sewrokwezîrê Tirkiyê Mehmed Şimşek, Birêvebirê Cibicîkar ê Kompaniya Petrola Hilal “Crescent Pelroleum” Mecîd Cafer û rojnamevana rojnameya “Şerq El-Ewset” Mina Oraibi Stone tê de beşdar dibin.