“Barzanî wekî serokê dewletekê beşdarî Davosê dibe”

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di demeke ku cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn ji qonaxeke hestiyar re derbas dibin de tevlî Korbenda Davosê dibe ku welatên herî pêşketî yên cîhanê û kompaniyên mezin jî beşdar in. Ev yek li Bakurê Kurdistanê jî wekî pêşveçûneke balkêş tê dîtin. Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku tevlîbûna Serok Barzanî, serkeftineke siyasî ye.

K24 – Diyarbekir

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan Mustafa Ozçelîk anî ziman ku tevlîbûna civînên Davosê dê ji bo pêşerojê ji kurdan deriyên girîng veke.

Ozçelîk di vê derbarê de ji K24ê wiha axivî: "Serok Barzanî wek Serokê Kurdistana Federal beşdar dibe û wek Serokê Dewleta Kurdistanê tê pêşwazî kirin û nunertiya hemû kurdan dike. Dê li wê derê bi gelek saziyên mezin, dewletên mezin û bi medyayê re hevdîtinan pêk bîne. Ev yek jî wek pêşketineke dîrokî ye."

Di Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosa 2017'an, dê ji 100'î zêdetir ji welatan, 300 siyasetmedar û karsaz beşdar bin û di nav van kesan de ji 30'î zêdetir serok û serokwezîrên dewletan beşdar bin. Di vê çarçoveyê de dê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinên girîng pêk bîne.

Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel jî di wê baweriyê de ye ku dê hevdîtinên li Davosê bi xwe re pêwendiyên xurt ên dîplomatîk ji bo Kurdan peyda bike.

Bozyel got: " Em bi beşdariya Cenabê Serok Barzanî keyfxweş in. Êdî dem dam dîplomasiyê ye û pirsgirêk tenê bi rêya dîplomasiyê tên çareserkirin. Davos jî platformeke girîng e ku kurd bikaribin ji pirsgirêkên xwe çareseriyên dîplomatîk peyda bikin."

Girîngiya Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê ji wê yekê tê ku encamên civînan bandora xwe li seranserê cîhanê dike. Ji ber vê yekê jî partiyên Bakûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku beşdariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dê derfetên guncav ji bo rêya serxwebûnê bi xwe re bîne.