Kobaniya wêranbûyî bê alîkarî maye
Welatiyên Kobanê li şûna wêraniya malên xwe ji nû ve xaniyên xwe ava dikin, herwiha gazinan ji nebûna alîkariyan ji aliyê saziyên navdewlatî ve dikin, tevî sozên wan ji xelkên Kobanê re hebûn ku ewê bajêr ava bikin.
K24 – Kobanê

Welîd welatiyekî ji bajarê kobanê ye, piştî sal û nîvekê ku di konekê li şûna mala xwe ya wêranbûyî de dijî, biryar daye ku mala xwe ji nû ve ava bike, da ku zarokên xwe ji seqema Zivistanê û germa Havînê biparêze.
Li gorî welatiyan ta niha ti alîkarî û destek ji bilî paqijkirina bermahiyan ji wan re nehatiye pêşkêşkirin, herwiha di vê rewşa zor û zehmet de nêzî 15 hezar Dolar pêwîst e da ku li Kobanê xaniyek bê avakirin.
Di şerê 2014an de nêzî ji sedî 80 ji bajêr Kobanê hate rûxandin û beşek mezin ji welatiyan nikarin malên xwe ava bikin, herwiha li ser vê mijarê Kordinasiyona Nûavakirinê ta niha ti daxuyanî nedaye.