Pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê şehîd bû
Pêşmergeyê bi navê Mihemed Emîn Silo ku ji bajarê Qamişlo ye ji Fewca Yekem ya ji hêza Leşkerê Roj e, îro serê vê sibê li eniya Askî Mûsil şehîd bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêşmergeyê bi navê Mihemed Emîn Silo ku ji bajarê Qamişlo ye ji Fewca Yekem ya ji hêza Leşkerê Roj e, îro serê vê sibê li eniya Askî Mûsil şehîd bû.
Hat ragihand ku, şehîdê Pêşmerge Mihemed Emîn Silo bi guleyeke nîşanvanekî DAIŞê li eniya Askî Mûsil birîndar bû û bi sedema giraniya birîna wî şehîd bû.
Sibe, cenazeya şehîdê Pêşmerge ji nexweşxaneya Bizîşka Dadî ya Dihokê berve Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê tê veguhastin.
Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û heya niha bêhtirî ji 43 şehîdî di şerê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.