Ji bo 2 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin erkdarkirin
Li Diyarbekir û Wanê, ji bo 2 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê qeyûm hatin erkdarkirin. Qeyûm ji bo Şaredariya Parsûrê ya bi ser Diyarbekirê û Şaredariya Elbakê ya bi ser Wanê hatin erkdarkirin. Bi erkdarkirina van qeyûman, hejmara şaredariyên ku ji rêvebertiya DBP’ê derketin, gihîşt 64’an.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Rewşa Awarte de 2 şaredariyên din ên DBP’ê derbasî rêvebertiya qeyûman bûn. Ji bo Şaredariya Pasûrê, qeymeqamê wê navçeyê Fatîh Dulgeroglu û ji bo Şaredariya Elbakê jî qeymeqamê wê navçeyê Abdulselam Ozturk wekî qeyûm hatin erkdarkirin.
Hevseroka Şaredariya Pasûrê Sadiye Surer ji ber lêpirsîna endamtiya rêxistina çekdarî hatibû girtin û Hevserokê Şaredariya Elbakê Îhsan Guler jî ji ber lêpirsîna endamtiya rêxistina çekdarî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hat dûrxistin.
Bi erkdarkirin herdu qeyûman re, ji 106 şaredariyên DBP’ê 64 şaredarî derbasî rêvebertiya qeyûman hat kirin.