15 rêveber û endamên HDP û BDP'ê hatin girtin

Li Diyarbekir û Xarpêtê 15 rêveber û endamên HDP û BDP'ê hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Xarpêtê û Diyarbekir 15 rêveber û endamên HDP û BDP'ê hatin girtin.

Li Xarpêtê 18 kesên ku beriya 17 rojan hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Ceza û Hevhatinê, bi tometa propagandaya rêxistina terorê, biryara girtina 14 kesan da, ku Hevseroka Şaxa Xarpêtê ya HDPê Ayfer Yilmaz jî di nav de ye.

4 kes jî bi kontrola edlî de serbest hatin berdan.

Li Diyarbekirê jî, 5 kesên ku beriya 25 rojan hatibûn binçavkirin derketin dadgehê û ji wan Mazhar Ozturk bi tometa endamtiya rêxistina terorê hat girtin.