Parlementerekî HDPê li Stenbolê hate binçavkirin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Emîn Adiyaman hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Emîn Adiyaman hate binçavkirin.

Parlementerê HDPê Emîn Adiyaman îro danê sibê li mala xwe ya bajarê Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.  Polîsan parlementerê HDPyê  bi armanca îfadeya wî bê girtin birin dadgeha Stenbolê.

Di 4ê Çiriya Paşînê ya 2016an de li dijî parlementerên HDPê operasyon pêk hatibû, Hevserokên wê partiyê jî nav de heta niha 11 parlementer hatine girtin.