Barzanî gihêşt Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî serdanekê ji Swêsrayê bo beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, gihêşte Hewlêrê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî serdanekê ji Swêsrayê bo beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, gihêşte Hewlêrê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 16 Çile bi mebesta beşdarîkirina di paneleke taybet bi Iraq û Sûriyê li Korbenda Aboriya Cîhanê berve Swêsrayê birê ketibû.
Di panela xwe de Barzanî ragihandm pêwîst e kar bo avakirina çareseriyeke bingehîn ji nakokiyên olî, mezhebî, taifî û netewî li Iraq û navçê were kir, heger nebe jî aramî çê nabe.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de ragihand, serxwebûn ne dengo ye û ne xewn e, rastî ye û kar li ser wê dikin.”