Boztoprak: Ji bo azadkirina Ehmed Turk ti astengî nemane

Parêzera siyasetmedar û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk, li ser rewşa wî agahiyên dawîn ji bo K24’ê ragihandin. Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku, ew êdî ji radestkirina rapora wî bi şûn ve li benda serbestberana Ehmed Turk in.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Tirk, piştî kontrola tenduristiyê ya ku li Stenbolê hatibû kirin, ji bo rapor were tekûzkirin li Elezîzê jî ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Piştî raporên herdu nexweşxaneyan, parêzera Tirk ji bo serbestberdana wî diyar kir ku piştî raporên wî hatine tekûzkirin, divê êdî rapora ku Saziya Tenduristiyê amade kiriye, ji bo Adlî Tipê were şandin û ji bo serbestberdana Tirk kirariyên fermî werin destpêkirin.

Ehmed Tirk, di 17’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hatibû dûrxistin û ji 24’ê Mijdara 2016’an bi vir ye ve tê zindanîkirin.