Artêşa Tirkiyê 2 welatiyên Dêrikê dikuje

Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gule bi ser welatiyan ve barandin û 2 welatî kuştin û 5 din jî birîndar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gule bi ser welatiyan ve barandin û 2 welatî kuştin û 5 din jî birîndar kir.

Şeva bûrî di encama gulebarankirina artêşa Tirkiyê ji welatiyên gundê Mezrê yê bi ser bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 5 welatiyên din jî birîndar bûn. Herwiha rê nade gundiyên Mezrê xwe bigihînin cenaze  û birîndarên xwe.

Li gor jêderan, di dema gundiyan dixwastin xwe bigihînin kuştî û birîndar xwe artêşa Tirkyê gule bi ser xelkê de barandin, ji ber vê yekê jî gundiyan nekarîn ji bilî 4 birîndaran rizgar bikin û wan veguhêzên nexweşxaneya Dêrikê.

Li gor zanyariyan hîn cenazeya herdu gundiyan û birîndarekî ve li cihê xwe mane li ber sînor.