Parlementera HDPê Huda Kaya hate berdan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku şeva borî hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya ku şeva borî hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.
Huda Kaya duh derengê şevê ji aliyê polîsên Afyonê ve ser fermana Serdozgeriya Diyarbekirê hatibû binçavkirin. Îro serbest hate berdan.
Herwiha polîsan li bajarê Diyarbekirê jî bi ser mala Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş de girtin û ew jî binçav kirin û birin Dadgeha Diyarbekirê.
Berî du rojan jî 4 parlementerên HDPê hatibûn binçavkirin û di heman rojê de jî dîsa hatibûn berdan.