Parlementerê HDPê Ayhan Bîlgen hate binçavkirin
Berdevkê HDPê û Perlementerê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen li firokxaneya Esenbuga ya Enqereyê hate binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê HDPê û Perlementerê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen li firokxaneya Esenbuga ya Enqereyê hate binçavkirin.
Hat zanîn ku, li Diyarbekirê doz li dijî Bîlgen hatiye vekirin û ji bo wê jî ewê wî bişînin Diyarbekirê.
Bi vî awayî jî ewê Ayhan Bîlgen li dadgeha Diyarbekirê derkeve pêşiya dadwerî û parastina xwe bike.
Duh jî perlementerên HDPê Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya û Altan Tan hatin binçavkirin û di heman rojê de jî hatin serbest kirin.
Ji destpêka meha Mijdara 2016an ve, dewleta Tirkiyê dest bi girtina serkirde û parlementerên kiriye û Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 11 parlementerên wê partiyê bi tuhmeta propaganda ji PKKê re û sivikatiya bi dam û dezgehên dewletê di zîndanê de girtî ne.