Encûmana Zagonsaz li Minbicê hat ragihandin
Encûmana sivîl a Minbicê di civîneke awarte de piştî zêdebûna endamên encûmanê ji hemî pêkhateyan, xwe wek Encûmana Zagonsaz ragihand, ku rêjeya êlan ji sedî 60 bûn û rêjeya rewşenbîran ji sedî 40 bûn û dê Desteya Rêvebir di hindirê 15 rojan de bê damezrandin.
K24 – Minbic

Endamên Encûmanê diyar kirin, ragihandina Encûmana Zagonsaz pêwîstiyeke rêxistinî û berferehbûna kar û belavkirina rolên endaman bû. Herwiha tevî ku nirx û sîstema ku li ser hatiye lihevkirin, nêzîkî sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk e, lê ji ti aliyê re şêweyê rêbeveriyê tekez nekirin.
Bi ragihandina damezrandina Encûmana Leşkerî ya Minbicê û destpêkirina operesyona kontrolkirina Minbicê re, Encûmana Sivîl a Minbicê li bajarokê Sirînê ku li başûrê Kobanê ye, di 5 Nîsana 2016an de hate ragihandin, ji wê demê ve encûman bi karûbarê gundewarên Minbicê radibû. Herwiha bi kontrolkirina bajêr re jî encûmanê karê xwe veguhest hindirê bajêr û ta niha gelek erk bi ser xistine.