Serokê ENKSê destpêşxeriyekê pêşkêşî Pêşverû dike
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro destpêşxeriyek pêşkêşî Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) kir û ragihand, dixwazin careke din PDPKSê vegere nava rêzên ENKSê û cihê wê ya taybet di nava ENKSê de heye.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, PDPKS yek ji damêzrênerê ENKSê bû, her demekê deriyê ENKSê vekiriye ku careke din PDPKS vegere nava rêzên ENKSê û kar bike, ciheke wê ya taybet di nava ENKSê de heye. Heger hin nakokî û pirsgirêk hebin, dikarin bi hev re danûstandinê bikin û kar û xebatê berdewam bikin.
Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) ku yek ji damêzrênerê ENKSê bû, di meha Mijdara 2016an de xwe ji nava ENKSê vekişand. Endama Pîlotbîroya PDPK-Sê Ehmed Silêman, roja 25 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku “Em ne li dijî ENKSê ne, lê berdewamiya me di nava wê de pir zehmet e.”