Êrîşa sersalê li Tirkiyê sektora kêfûşahiyê têk bir
Bi zêdebûna bûyerên terorî û hêrîşên bombeyî li Tirkiyê gumana ewlehiyê gelekî zêde bû. Ev rewş di warê aboriyê de jî bû sedema arîşeyên mezin û di vê maweyê de herî zêde sektora geştûguzariyê ziyan dît. Bi taybetî şeva sersalê hêrîşa ku ji aliyê DAÎŞê ve li Stenbolê hate kirin derbeyeke gelekî mezin li vê sektorê da. Ji sersalê û heta niha gelek mekanên kêfûşahiyê têk çûn. Di warê sektora kêf û şahiyê de li hin deran rêjeya geştyaran ji sedî heta 70î daket.
K24 – Stenbol

Hêrîşa DAÎŞê ya sersalê li Tirkiyê sektora kêfûşahiyê têk bir
Li bajarê herî mezin yê Tirkiyê anku li Stenbolê, sektora kêf û şahiyê bi krîzeke gelekî ciddî re rû bi rû ye. Ji sersalê û heta niha gelek mekanên kêfûşahiyê têk çûn û neçar man ku deriyên xwe bigirin. Yên ku mayîn jî bi kapasîteyeke gelekî kêm di xebitin.
Li Stenbolê sektora kêf û şahiyê ev nêzî saleke ji ber sedema hêrîş û teqînên bombeyî gelekî têk çûbû; lê hêrîşa şeva sersalê ya ku li kulûba şahiyê anku li Reînayê hatî kirin derbeya herî mezin li vê sektorê da.
Xwediyê holekê Nevzat Akkuş dibêje: "Berî niha jî gelek hêrîşên bombeyî pêk hatin û ew jî bûn sedem ku karê me ziyanê bibîne; lê belê ev hêrîşa dawî derbeya herî mezin li vê sektorê xist."
Piştî vê hêrîşê ji qadên siyaset, spor û civata hûnermandan gelek kesên navdar jî di navde ji aliyê hin komele û rêkxistinan ve jî, gelek kampanya hatin lidarxistin. Bi rêya reklamên agahdariyê li ser çapemeniyê jî gelek peyam hatin belavkirin ku di van peyaman de ji welatiyan hate xwestin "Ew teslîmî terorê nebin û jiyana xwe ya asayî bidomînin.
Lê belê di gel van hemû kampanya û xebatan di warê sektora kêf û şahiyê de li hin deran rêjeya geştyaran ji sedî heta 70yî daket.
Xwediyê cihekî din Mete Goçûncû jî got: “Ji sersalê û vir de ye rêjeya cîroya me ji nîviyê zêdetir daket xwarê. Li dora me gelek mekan deriyên xwe girtin lê em hê jî li ber xwe didin."
Stenbol di warê sektora kêfûşahiyê de ne tenê li Tirkiyê li herêmê jî wekî bajarekî gelekî girîng tê zanîn. Bi taybetî ji welatên Rojhilata Naverast, ji welatên Kendavê û dewletên Ereban gelek kes bo kêfûşahiyê berev Stenbolê ve tên.
Şeva sersalê terorîsteke DAÎŞî li Stenbolê li kulûba kêfûşahiya herî navdar ya Stenbolê hêrîşek pêk anîbû û di hêrîşê de piraniya wan biyanî bi giştî 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 65 kes jî birîndar bûbûn.
Stenbola ku bi vê herîşê derbeyeke mezin xwarî niha jî hewl dide bi ser xwe ve were.