Barzanî û kunsilan, rewşa navçê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel kunsil û nûnerên welatên cîhanê yên li Hewlêrê civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel kunsil û nûnerên welatên cîhanê yên li Hewlêrê civiya.
Îro bi boneya cejna Newrozê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel kunsil û nûnerên welatên cîhanê yên li Hewlêrê civiya. Di civînê de û bi boneya sala nû ya Kurdî, kunsul û nûnerên welatên cîhanê pîrozbahî li Serok Barzanî û gelê Kurd kirin.
Ji aliyê xwe ve jî, Serok Barzanî rewşa navçê, şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê xiste ber behsê.
Di civîna îro de, beşek mezin ji kunsil û nûnerên welatên cîhanê bi cilên Kurdî serdana Serok Barzanî kirin.