Trump pîrozbahiya cejna Newrozê dike
Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump cejna Newrozê li tevahiya netewên ku bi cejna Newrozê û sala nû pîroz dikin, pîroz kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump cejna Newrozê li tevahiya netewên ku bi cejna Newrozê û sala nû pîroz dikin, pîroz kir.
Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de, ku li malpera Koşka Spî hate belavkirin ragihand, bi milyonan kes li Îran, Iraq, Tirkiye, başûrê Asaya û Rojhilata Navîn di destpêka Buharê de ligel malbatên xwe dicivin û dikin cejn.
Trump dibêje, Newroz bi wateya roja nû ye û derfeteke bo destpêkirineke nû ye. Herwiha behsa sûdewergirtina ji dostaniya xwe ligel Revenda Îranê ya li Amerîka dike û bi yek ji serkeftîtirîn komeleya koçberan binav dike.
Di beşeke din ya daxuyaniya xwe de, Turmp gotineke Koroşê Mezin bibîr tîne “Azadî, serbilindî û saman bi hev re mezintirîn bextewerî ye ku ji mirov re tê bexşandin, heger ew her sê tişt bo xelkê were dayîn, xweşiya wan bidawî dibe.”
Di dawiyê pîrozbahiya Trump de hatiye “Ji gelê Îranê û tevahiya kesên ku Newrozê pîroz dikin re dibêjim: Ji aliyê gelê Amerîka ve, hêviya azadî, serbilindî û samanê bo we dixwazim, Newroz pîroz be.”