Li Rihayê dêra dîrokî bi wêranbûnê re rû bi rû maye
Li Rihaya Kurdistanê ji şaristaniyên cuda gelek bermahiyên dîrokî hene ku wan xwe bi hezar salan parastine. Lê Dêra Germûş ya ku 10 kîlometre li dûrî navenda bajêr e niha ji ber xemsariyê tûşî wêranbûyînê maye.
K24 – Riha
Li Rihaya Kurdistanê ji şaristaniyên cuda gelek bermahiyên dîrokî hene ku wan xwe bi hezar salan parastine. Lê Dêra Germûş ya ku 10 kîlometre li dûrî navenda bajêr e niha ji ber xemsariyê tûşî wêranbûyînê maye.
Ji yek bajarên Kurdistanê yê ku xwedî şaristaniyeke kevn jî Riha ye. Li bajêr gelek şaristanî û dewletên qedîm jiyan e û jîndariya li ser axa wê diçe salên beriya zayînê. Wan şaristaniyan li pey xwe jî gelek bermahiyên xwe hiştine û ji ber vê yekê jî bajar di warê; çandî, dîrokî û olî de wek jêderkekê tê naskirin û bi saya vê taybetmandiya xwe li cihanê jî deng vedaye. Lê ji wan berhemên nîşaneya şaristanî hinek hilweşiyane hinek jî bi wêraniyê re rû bi rû mane. Dêra Germûşê ya ku diroka wê ji 200 salî zêdetire jî di rewşeke xeterde ye û li benda restorasyonê ye.
Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Guzeller li ser Dêra Germûşê ji K24ê re axivî û got: “Ev Dêra Germûşê ji 1915an heta sala îro xirabe maye û di nav de tu faeliyetên zanyarî û îbatedî nehatiye kirin. Ev dêra ku ji aliyê geştyaran ve tê ziyaretkirin û hewcedarî heye ku ji nû ve were restorekirin. Wê demê hem ji bo turîzma Tirkiyê hem jî bo ya Kurdistanê wê baş bibe. Em dixwazin ev dêr dîsa ji aliyê xiristiyanan ve bê vekirin û ew li vir xîzmeta îbadeta xwe bikin.”
Dêr di gundê Germûşê û li rexê çiya hatiye avakirin û navê xwe jî ji gund hildide. Dêra Xiristiyanên Ortodoks li gorî ragihandinan di sedsala 19emîn de ji aliyê 7 birayê Ermen ve hatiye çêkirin. Ev dêr heta sala 1915an ji aliyê Ermenena ve hatiye bikaranîn ji bo îbadetê. Dêra ku bi keviran çêbûye du qatî ye û gelek caran ji hêla defînegeran ve hatiye kolandin û zirareke mezin lê peyda bûye.
Welatî Huseyîn Aslan dibêje: “Li gund 2 dêrên me hebûn yek xira bû ya din jî disekine. Lê defîneger her roj tên vê dêrê dikolin û zirarê didin wê. Em dixwazin dewlet dest bide vê dêra dîrokî û restore bike.”
Di sala 1915an de di wextê koçê de li Gundê Germûşê jî Ermen nemane. Piştre ev dêr ketiye destê Komara Tirkiyê û Ataturk ev gund daye paşayê Hemidiyê Sumer Paşa. Ji wê rojê heta roja îro jî ev gund ji aliyê mîratxwarên Sumer Paşa ve tê birêvebirîn. Gundî dixwazin ev dêra kavilbûyî were restorekirin û ji nû ve bo xîzmetên îbadetê bê bikaranîn.