Armanca Tirkiyê ji topbarana Efrînê çi ye?

Ji heyama 4 rojan ve hin gundewarên bajarê Efrînê bi çekên giran ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve tê armanckirin. Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêjin ku ev destêwerdaneke ne rewa ye ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û ji mafê wan e di dema guncaw de bersiva artêşa Tirkiyê bidin.

K24 – Qamişlo

Berdevkê HSDê Telal Silo derbarê êrîşa Tirkiyê de ji K24ê re got: “Armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew e, hêzên HSD bikşîne şerekî dûrî şerê DAIŞê. Me ji berê de helwesta xwe diyar kiriye, ku em dixwazin pêwendiyên me bi cîranan re baş bin, lê mixabin Tirkiyê hêzên me dike armanc, da ku me li hemberê şerê DAIŞê lawaz bike.”

Ji aliyê xwe ve Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsiv dibêje: “Çi welatên destêwerdanê di krîza Sûriyê de dikin, nabe gelê me ji wan re armanc be. Em miletekî aştîxwaz in û bi çareseriya siyasî re ne. Herwiha nabe ti hêz deverên aram û kesên sivîl ji ber ecindeyên xwe yên taybet armanc bikin.” 

Li gorî daxuyaniyeke fermî ji Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl, artêşa Tirkiyê hin gundên deverên Cindêris, Raco û Mabeta bi çekên giran topbaran dike û di encamê de zêdeyî 10 kesan birîndar bûne.

Herweha Berdvkê YPG dibêje ku, ji mafê wan e di dema guncaw de berevaniya deverên Kurdî bikin û dê bêdeng nemînin.