Tirkiye li 35 welatan karê sîxuriyê dike

Parlementerê Avusturyayê Peter Pîlz dibêje, Tirkiye li 35 welatan karê sîxuriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Avusturyayê Peter Pîlz dibêje, Tirkiye li 35 welatan karê sîxuriyê dike.

Berdevkê Partiya Keskan Peter Pîlz da zanîn ku, derbarê rêxistibûna Tevgera Fetullah Gulen de ne tenê li Almanya û Avusturyayê, Konsolxane û nûnertiyên Tirkiyeyê li 35 welatan karê sîxurtiyê dikin û zanyariyan didin Îstîxbarata Tirkiyeyê MÎTê.

Pîlz got li gor belge û delîlên ku kesekî Tirk dane wî, Tirkiye tûreke sîxurtiyê ya navnetewî çêkiriye. Di nav wan belgeyan de navên dibistan û dezgehên Tevgera Gulen û bergûmanên wê Tevgerê wekî lîste hatine destnîşankirin.

Berî niha jî gelek caran karên sîxurtiya Tirkiyeyê ya li Almanyayê bûbûn nûçe. Di vê çarçoveyê de Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel digel Wezîrê Derva, Wezîrê Navxwe û Serokê Îstîxbarata Almanyayê re  2 roj berê civiyabû.

 

 

Fly Erbil Advertisment