Pêwendiyên Rusya û Amerika ketine proseyek gelek xerab
Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov pêwendiyên di navbeyna Moskow û Waşington de, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, wekî dema herî xerab binav kir.
K - 24 Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov pêwendiyên di navbeyna Moskow û Waşington de, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, wekî dema herî xerab binav kir.
Li gor Ajansa Reuters, berî hevdîtina di navbeyna her du wezîrên derve yên Rusya û Amerikayê de, ku dê pêk bên de diyakir ku, têkiliyên her du welatan ji pêvajoyek gelek aloz derbas dibin.
Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyarkiriye ku, “Pêwendî di rewşek xerab de û hêvîdar e hevdîtina wî li gel Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson berhemdar bin”. Lavrov herweha hêviya xwe anî ziman ku, lêkolînek navneteweyî derbarê çekên kimyawî li Suriye bête destpêkirin.
Êrîşa Amerika hefteya derbasbûyî ser bi bîngehek serbazî ya Suriye, bi egera ku Şamê çekên kimyawî bikar anîbûn, bûn destpêka proseyek aloz di navbeyna Waşington û Moskow de.