Mezintirîn xalîce ku ji Laleyan hatiye çêkirin, hate nîşandan

Li Stenbolê di çarçoveya festîvala laleyan de xalîçeya herî mezin a cîhanê ku ji laleyan hatiye çêkirin tê nîşandan. Dirêjahiya xalîçeya balkêş hezar û 453 metreye û ji 564 hezar laleyan ev xalîçe hatiye çêkirin. Ji bo xalîçeya herî mezin a laleyê hezar û 453 lale hatin bikaranîn

K24 – Stenbol

Dirêjehiya vê xalîçeyê ku ji laleyan hatiye çêkirin hezar û 453 metre ye. Ji bo çêkirina xalîçeyê jî 564 hezar lale hatine bikaranîn.

Xalîçeya herî mezin a cîhanê ku ji laleyan hatiye çêkirin, li Stenbolê ji bo hemwelatiyan hat nîşandan.

Ne bi tenê ji Tirkiyê ji welatên derûdor jî gelek geştyar tên serdana Stenbolê û bi taybetî li deverên lale hatine çandin digerin. Xalîçeya ku li qada Siltan Ahmetê hatiye amadekirin bala mirovan dikêşîne.

Di çarçoveya festîvala ku îsal cara 12emîn e tê li dar xistin de, li giştiyê Stenbolê ji zêdeyî 26 milyon lale hatine çandin. Mîhricana rengîn ku bi çalakiyên rengîn wek pêşangeh û konser heta dawiya vê mehê dê berdewam bike.