Stenbol.. Festîvala çokolatan ya navneteweyî

Festîvala çokolatan ya navneteweyî îsal li Stenbolê li cihekî dîrokî ku jê re Gara Sîrkecî tê gotin hate lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de çokolatên cûr be cûr û her wiha qehweyên ji çêjên cûda ji bo dildarên çokolat û qehweyan tên danasîn.

 

K24 – Stenbol

Festîvala çokolatan ya navneteweyî îsal li Stenbolê li cihekî dîrokî ku jê re Gara Sîrkecî tê gotin hate lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de çokolatên cûr be cûr û her wiha qehweyên ji çêjên cûda ji bo dildarên çokolat û qehweyan tên danasîn.

Gelek merqeyên netewî û nawneteweyî yên çokolatan jî beşdarî vê festîvalê bûn û çokolatên xwe yên bi t'amên cûda dan nasîn.

Organîzator Firat Kasapoglu derbarê vê festival de ji K24ê re got: "Bi rastî di van rojên dilteng de pêdiviya me bi çalakiyên bi vî rengî hebû û bi lidarxistina vê çalakiyê jî me xwest ku em dilê Stenboliyan xweş û geş bikin. Em dizanin ku herkes ji çokolatan hez dike. Em bi hêvî ne ku bi vê festîvalê 4 rojan  demên xweş derbas bikin."

Di festîvalê de gelek sembolên girîng û dîrokî yên Stenbolê û kesayetên li cîhanê navdar wekî peyker û wêne bi çokolatan hatin çêkirin. Ev peyker û wêneyên ji çokolatan hatine çêkirin jî ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hatin. 

Hostayê Çokolatayê Ahmet Çakir jî dibêje: "Ev tiştên ku hûn dibînin hemû ji çokolatayê hatine çêkirin. Ez di demên xwe yên vala de bi çêkirina van mijûl im. Ez ji çokolatayê gelekî hez dikim û karê xwe jî ji dil û can dikim."

Gênc, zarok û pîr ji her temenî welatî, di festîvalê de hem têra xwe çokolat xwarin hem jî li gel stranan demên xweş derbaskirin.

Festivala ku di roja yekem de eleqeyeke mezin ditî, dê bi maweya 4 rojan bo dildarên çokolatan vekirî be.