TEV-DEM: Êrîşa Tirkiyê, alîkariya DAIŞê dike

Hejmarek ji firokeyên artêşa Tirkiyê êrîşek li ser bargeha giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û navenda wê ya ragihandinê li gundê Qereçoxê pêk anîn û di encamê de 20 kes şehîd bûn û 18 din jî birîndar in. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev êrîş yek ji nîşanên aloziya rewşa navxweyî ya Tirkiyê ye. Herwiha didin zanîn ku pêwîst e hikûmeta Tirkiyê dest bi çareseriya siyasî ji doza Kurd li Tirkiyê bike ji ber êrîşên hevawa dê ti çare û aramiyê ji deverê û dewleta Tirkiyê re peyda neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Mihsin Tahir li ser vê êrîşê ji K24ê re got: “Me berê jî gotiye ku divê PKK li meydana xwe karê xwe bike. Herwiha Tirkiyê jî ji destpêkê û heta îro berpirsyar e ku pirsgirêka Kurd li Bakur çareser nekiriye. Em ji herdu aliyan dixwazin ji nû ve dest bi pêvajoya aştiyê bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Ji aliyekî din ve hin serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) didin zanîn ku artêşa Tirkiyê gelê Kurd û destkeftên wî armanc ji xwe re digire û hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê tenê behaneyek e ku di riya wê re êrîşî YPGê dike.

Endamê Desteya Cîbcîkar ya TEV-DEM'ê Ebdilselam Ehmed dide zanîn jî ku YPG digel Hevpeymaniya Navdewletî şerê terorê dike û êrîşên Tirkiyê li ser YPGê mîna piştgiriyê ji DAIŞê re ye.

Ebdilselam Ehmed ji K24ê re jî got: “Ev êrîşa Erdogan alîkariya DAIŞê dike, ji ber ku HSD îro Reqa dorpêç kiriye, Tirkiye ji pişt ve êrîşî YPG, YPJ û HSD dike.”   

Li gorî daxuyaniya serokerkaniya Tirkiyê firokeyên Tirkiyê êrîşek li ser bargehên PKKê li Sûriye û Iraqê encam daye. Herwiha di encama vê êrîşê de jî 5 Pêşmerge jî li Şengalê şehîd bûne.

Di dema artêşa TIrkiyê tekez dike ku ev êrîş dê berdewam bin, siyasetmedarên Kurd dibînin ku pêwîst e hêzên siyasî li ser vê yekê bêdeng nemînin û sînorekî ji destêwerdana Tirkiyê re deynin.