Fîlmên Kurdî di 28emîn Festîvala Fîlman ya Enqerê de
Îsal di 28emîn Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya li Enqerê de li gorî salên borî hejmarek zêde derhênerên Kurd bi fîlmên xwe beşdarî di festîvalê de kirin. Derhênerên Kurd yên ku beşdarî festîvalê bûne li ser sînemaya Kurdî û kêşeyên wê bîr û boçûnên xwe raber kirin.
K24 – Enqere
Îsal di 28emîn Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya li Enqerê de li gorî salên borî hejmarek zêde derhênerên Kurd bi fîlmên xwe beşdarî di festîvalê de kirin. Derhênerên Kurd yên ku beşdarî festîvalê bûne li ser sînemaya Kurdî û kêşeyên wê bîr û boçûnên xwe raber kirin.
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman 20ê Avrêlê li Enqera paytextê Tirkiyê dest pê kir. Di beşa kurtefîlman de 240 fîlm beşdarî ferstîvalê bûn û ji wan 35 kurtefîlm ji aliyê jûriya festîvalê ve hatin pejirandin. Di nava van fîlmên ku hatine pejirandin de 4 fîlmên Kurdî niha li Enqerê tên pêşandan. Derhênerên Kurd Bîlal Korkut û Vedat Oyan yên ku bi fîlmên xwe tevlî festîvalê bûn dibêjin ku, herî zêde îsal di beşa kurtefîlman de beşdarîbûnek zêde pêk hatiye. Ligel vê yekê derhêner raber dikin ku çar perçeyên Kurdistanê jî di warê mijarên fîlman de dewlemend in lê, ji ber aloziyan derfet çênabin ku wan mijaran bînin pêş çavên bîneran.
Derhêner Bîlal Korkut ji K24ê re got jî: “Nêzîkê 30 fîlm di fînalê de ne gelek ji wan fîlmên Kurdan e. Ev jî cihê şanaziyê ye birastî. Hem di metrajdêrêjan de hem jî kurte fîlman de paytexta Tirkiyê li Enqerê fîlmên Kurdan mohrên xwe lê dixin. Ev yek ji bo me hemûyan tiştekî xweş e û ji bo dahatûya sînemaya me jî rengekî baş dide.”
Derhêner Vedat Oyan jî got: “Li Tirkiyê sansûreke mezin heye li ser me, li ser Kurdên hunermend teva heye. Lê dîsa jî baş e. Em ê bi wan tiştan serî derin bi fîlmên xwe, bi hunera xwe bi zinaeta xwe. Ku tu Kurdên hunermend binêrî, bi rastî gelek kesên baş dertên, serbilind dibin. Sînemaya Kurdî ez dibêjim dê were cihekî pir xweş û pir mezin, rastî wisa difikirim.”
Di çarçoveya Ferstîvala Fîlmên Navneteweyî de 41 fîlmên metrajdirêj beşdarî pêşbirka fîlmên neteweyî bûn û 11 fîlm hatin hilbijartin. Ji wan jî 4 fîlmên Kurdî di qayîşkêşana fîlma herî baş de cih girtine û li sînemayên Enqerê tên temaşekirin. Derhênerê Kurd Alî Kemal Çinar jî dibêje hewce ye ku naverokên fîlmên Kurdî bên guhertin.
Derhêner Alî Kemal Çinar ji K24ê re wiha axivî: “5 sal berê 10 sal berê Kurd kelecanî bûn di warê sinemayê de. Niha temaşevan jî festîval jî mijarên Kurdan hindekî eciz in, bi rastî ji ber ku ew jî êdî tiştên cuda dixwazin. Sînemagerên Kurd jî êdî van tiştan difikirin. Belkî îro şûn de tiştekî cuda çêbe û birastî sînemayekî xurt jî vê rewşê şûn de derbikeve. Ev jî pêvajoyeke li gorî min.”
Derhênerên Kurd amaje pê dikin ku ferstîvalên bi vî rengî ji bo danasîna flmên Kurdî derfetek mezin e. Festîval dê 30ê Avrêlê bi dawî bibe û 8 fîlmên kurdî jî rastî eleqeke mezin tên. Herwiha derhênerê fîlma herî baş dê bi 50 hezar Lîreyê Tirk ango 14 hezar Dolarî were xelatkirin.