Di Roja Karker û Kedkaran de jî barê karkeran giran e
Di 1'ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de jî barê giran li ser milên karkeran e. Bi hezaran karkerên ku haya wan ji cejna karkeran tuneye, wekî her rojan di vê rojê de jî bi keda dest, mil û pişta xwe di nav karên giran de debara malbata xwe dikin. Ew karker dibêjin cejna me başkirina şertên karên me ne.
K24 – Diyarbekir
Di 1'ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de jî barê giran li ser milên karkeran e. Bi hezaran karkerên ku haya wan ji cejna karkeran tuneye, wekî her rojan di vê rojê de jî bi keda dest, mil û pişta xwe di nav karên giran de debara malbata xwe dikin. Ew karker dibêjin cejna me başkirina şertên karên me ne.
Bi hezaran karker ji roja cejna karkeran bê agahî ne û dixebitin. Karker gazincan ji xwedîkaran dikin û dibêjin; em zêde tên xebitandin û heqdestê me kêm e. Namik Katkanê bavê 5 zarokan dibêje; 'ez mesrefa zarokên xwe yên xwenda û debara mala xwe bi karê tevir û bêrê peyda dikim.
Karker Namik Katkan ji K24ê re wiha axivî: "Karê min pir zehmet e. Ev zehmetiyên ku em dikişinin, tu kes nakişîne. Kar kêm e, ez rojekê dixebitim, 10 rojan naxebitim. Sîgortaya me tuneye, tişetekî me tuneye yanî. Kar kêm e, ma ez di mehê de 10 rojan bixebitim, ez ê çawa debara xwe bikim."
Li gorî daneyên fermî, li bajarên bakûr ên wekî Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt'ê rêjeya bêkariyê ji sedî 24, ji bajarên din ên bakûr zêdetir e. Sebebên bêkariye jî wekî alozî, nehatina geştegeran û kêmbûna razemeniyan tê destnîşankirin. Ji aliyê din ve ji ber rewşa awarte û tayînkirina qeyûman jî hejmareke kes li karwanê bêkaran zêde bûn. Mehmet Katkan jî dibêje bila betal nemînim hema çi kar hebe ez ê bikim.
Karker Mehmet Katkan dibêje: "Karê min giran e, va tu dibînî em li ber tavê û di nav texteyan de dixebitin. Em mecbûr in ku ji bo nanê xwe bixebitin. "
Di salên 1990'î de nifûsa Diyarbekirê milyonek bû lê ji ber şerê di navbera PKK'ê û Dewleta Tirk de bi hezaran gund hatin rûxandin û bi milyonan kes koçî bajaran bûn. Bi vê koçê li bajêr rêjeya betaliyê jî zêde bû. Ji sala 2011'an ve ji ber aloziyên li Rojava jî bi hezaran kes li bajarên Bakûr bi cih bûn. Koçber jî di nav bêderfetiyê de ji xwe re li deriyeke debarê geriyan. Yek ji wan koçberan jî Riyad Hemze ye ku di roja kedkaran de bi hemaliyê debara mala xwe dike.
Karkerê Penaber Riyad Hemza got: "Ez ji bo nanê xwe û zarokên xwe dixebitim. Barê me giran e, carinan zêdeyî qeweta me ye lê ma em çi bikin?"
Rêjeya bêkaran li Diyarbekirê ji sedî 20 e. Piraniya bêkaran jî ciwan in. Di roja karker û kedkaran de yên ku xwedî kar in, dixwazin şertên wan bên başkirin, ên bê kar in jî dixwazin aloziyên li bakûr bi dawî bibin da ku bi hatina razemend û zêdebûna razemeniyan derfetên kar jî zêde bibin.