Opozisyonê beşdariya di civîna Astanayê de rawestand

Opozisyona çekdar a Suriyê, bi egera berdewamiya bordûmanên rejîma Suriyê bi ser deverên di bin kontrola Opozisyonê de, beşdariya xwe di civînên Astana de rawestand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozisyona çekdar a Suriyê, bi egera berdewamiya bordûmanên rejîma Suriyê bi ser deverên di bin kontrola Opozisyonê de, beşdariya xwe di civînên Astana de rawestand.

Berdevkê Opozisyona siyasî Ehmed Remedan ragihand ku “heta ku rejîm rêkeftina agirbestê pêkneyîne û bordûmanên xwe bidawî neyne, Opozisyon beşdariyê di civînên Astana de nake”.

Ji derveyî opozisyon û hukimetê, sê welat jî garantoriya agirbestê li Suriye de dikin û beşdarê civînên Astana ne. Ew welat: Tirkiye, Rusya û Îran in.