Li Diyarbekirê sînemageriya bajêr di bin gefê de ye
Li Bakurê Kurdistanê, sînemageriya bajêr her ku diçe ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema vê yekê ew e ku sînemageriya bazarê, pêşî li sînemageriya bajêr digire. Berpirsiyarê sînemageriya bajêr ê herî kevin ê Diyarbekirê Abdulqadîr Aydin dibêje ku sînemaya alternatîf bala xelkê nakişîne.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê, sînemageriya bajêr her ku diçe ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema vê yekê ew e ku sînemageriya bazarê, pêşî li sînemageriya bajêr digire. Berpirsiyarê sînemageriya bajêr ê herî kevin ê Diyarbekirê Abdulqadîr Aydin dibêje ku sînemaya alternatîf bala xelkê nakişîne.
Jiyaneke ku 40 sal in di nav pêşandana sînemayê de li Bakurê Kurdistanê derbas bûye. Abdûlqadîr Aydin ji sala 1968’an ve li Diyarbekirê, di Sînemaya Bajêr de dixebite. Aydin dibêje ku li Bakurê Kurdistanê xelkê, herî zêde di salên 1970’yî de ji bo sînemayê eleqe nîşan dida û piştî salên 1980’yî jî sînemayên bajêr hem ji ber pêşketina teknolojiyê û hem jî ji ber sînemaya bazarê ya popûler qels bûye lê dîsa jî li ber xwe daye. Abdûlqadîr Aydin niha ji bo ku sînemaya bajêr bidomîne, hemû kar û barên sînemayê daye ser milên xwe. Her çiqas eleqeya xelkê nebe jî Aydin ji dil û can karê xwe didomîne.
Sînemagerê Bajêr Abdûlqadîr Aydin ji K24ê re wiha got: “Ji ber ku derfetên min ên aboriyê rê nade ez nikarim li cem xwe ti kesî bixebitînim. Serê sibê ez vê derê vedikim. Ez paqijî dikim, bilêtan difiroşim û pêşandana fîlman jî ez dikim. Ev ji bo min ji aliyê malbatî ve pirsgirêk e lê ez êdî hîn bûme.”
Sînemayên bi armanca qezençkirina pereyên zêde, bi teknolojiya pêşketî û bi nêrîneke populîst tên kişandin, bi piranî li navendên danûstanê di salonên luks de tên pêşandan û xelk jî herî zêde diçin van sînemayan. Li sînemayên bajêr, sînemayên alternatîf ku xema qezençkirina pereyan tuneye û li ser pirsgirêkên civakî tên pêşandan. Ji ber vê yekê jî Abdûlqadîr Aydin ji nifşê nû bi gazinc e.
Aydin dibêje: “Min soz daye xwe ku ez vî karî bidomînim. Eger sînemaya bajêr tine be sînemaya bi kurdî û sînemaya ku pirsgirêkên vî welatî bîne rojevê jî dê tine be. Ji ber vê yekê ez girîngiyê didim sînemaya bajêr”
Abdûlqadîr Aydin di wê baweriyê de ye ku pêkan e mirov sînemageriya bajêr zindî bihêle û li nav civakê belav bike. Ji bo vê yekê jî bang li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Parêzgeriya Diyarbekirê dike ku li sînemageriya bajêr xwedî derbikevin.