Fransî serokekî nû hildibijêrin

Gera duyemîn ya hilbijartina serokê Fransayê îro danê sibê dest pê kir û 47 milyon kes di vê gerê de mafê wan yê dengdanê Heye bo serokekî nû hilbijêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gera duyemîn ya hilbijartina serokê Fransayê îro danê sibê dest pê kir û 47 milyon kes di vê gerê de mafê wan yê dengdanê heye bo serokekî nû hilbijêrin.

Gera duyemîn a hilbijartina 8emîn serok di 5emîn komara Fransayê di navbera berbijêrê lîberal Emmanuel Macron yê 39 salî û berbijêra Tundrew Marine Le Pen li ser kursiya serokatiyê birêve diçe.

Di gera yekem de, ku 11 berbijêr hevrikî dikirin, Macron ji sedî 24 û Le Pen jî ji sedî 21.30 dengan bi dest xistibûn û derbasî dora duyem bibûn.

50 hezar polîs û 7 hezar leşkerên Fransî li ser rê û kolanên Fransayê belav dibin, bo parastina ewlehiya dengdanê.