Pakistan û Efxanistan li hevûdu ketin: 50 mirî

Di devera başûrêrojavayê eyaleta Belucistanê, şer di navbeyna artêşên Efxanistanê û Pakistanê de didome. Artêşa Pakistanê di yek êrîşê de zêdetirî 50 serbazên Efxanistanê kuşt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di devera başûrêrojavayê eyaleta Belucistanê, şer di navbeyna artêşên Efxanistanê û Pakistanê de didome. Artêşa Pakistanê di yek êrîşê de zêdetirî 50 serbazên Efxanistanê kuşt.

Li gor daxûyaniya generalê Pakistanî Nadim Ehmed, li deverên şer 5 xalên kontrolî yên artêşa Efxanistanê hatine herifandin û 50 serbazên Efxanî hatine kuştin. Herweha ji artêşa Pakistanê jî 2 serbaz hatine kuştin û 9 brîndar in.