Mûzexaneya Louvrê hate daxistin

Polîsa Fransayê mûzexanya Louvrê li Parîsa paytext daxist, piştî belavbûna nûçeya hebûna bombeyekê li nava wê mûzexaneyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Fransayê mûzexanya Louvrê li Parîsa paytext daxist, piştî belavbûna nûçeya hebûna bombeyekê li nava wê mûzexaneyê.

Şanderê K24ê li Parîsê ragihand, rojnamevan ji aliyê polîsan ve bo cihekî aram hatin veguhastin û bi gûmana hebûna bombeyekê di nava mûzexaneya Louvrê de û mûzexane hate daxistin.

Biryar bû îşev berbijêrê ji bo posta serokê Fransayê Emmanuel Macron gotarekê li pêş mûzexaneya Louverê pêşkêş bikira.

Îro gera duyem ya hilbijartina serokê Fransayê dest pê kir, her wek ji Marine Le Pen û Emmanuel Macron hevrikiyê li ser wê postê dikin.