Pentagon: Bi Tirkiye re hevkariya me domdar e

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis girêdayî dilgiraniya Tirkiye bi dana çekên giran ên Amerîkî bo Hêzên Suriye ya Demokrat (HSD) diyarkir ku, ew dê kar bikin ku dilgiraniya Tirkiye berteref bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis girêdayî dilgiraniya Tirkiye bi dana çekên giran ên Amerîkî bo Hêzên Suriye ya Demokrat (HSD) diyarkir ku, ew dê kar bikin ku dilgiraniya Tirkiye berteref bikin.

Mattis di daxûyaniya xwe de eşkere kir ku, Tirkiye dilgiran e, em tê digihin û ji bo çareseriya wê em amade ne kar bikin. Tirkiye hevpeymanê me ye û li ser ewleyiya Tirkiye em amade ne bi nêzîkî bi hevûdu re kar bikin.