YPG bo wergirtina çekên Amerîkî di pêwendiyan de ye
Rêvebiriya Amerîkî biyara da ku YPG bi çek bike û ev yek bû cihê pîrozbahiyê li cem fermndariya YPGê. Herwiha bû cihê nerazîbûna Tirkiyê. Pêşbîn e di rojên bê de YPG çekên giran ji Amerîkayê werbigre.
K24 – Qamişlo
Rêvebiriya Amerîkî biyara da ku YPG bi çek bike û ev yek bû cihê pîrozbahiyê li cem fermndariya YPGê. Herwiha bû cihê nerazîbûna Tirkiyê. Pêşbîn e di rojên bê de YPG çekên giran ji Amerîkayê werbigre.
Li ser biryara rêvebiriya Amerîkî û Pentagonê ku çekên giran bo YPG werin dayîn. Fermandariya YPJ dide zanîn ku niha bi Amerîkiyan re di têkiliyê de ne li ser şêwazên wergirtina van çekan. Herwiha biryara Pentagonê bi gava dîrokî dinirxînin bi hêviya ku ev destek û alîkarî berdewam bin.
Desteya Parastinê ya Cizîrê dibêje ku, ev gav dereng hat, lê tevî wiha jî ew cem wan cihê pîrozbahiyê ye, û ev alîkarî tên di encama şerê YPG li dijî daişê li ser dirêjahiya çar sala, û rêkeftina di nav bera YPG û Hevpeymaniya Navdewletî re.
Serokê Desteyê diyar dike ku, pêwîst e ev alîkarî bidomin ji ber ku DAIŞ xwedî çek û hêzek leşkerî mezin e, û niha şerê wan li paytexta DAIŞê ye.
Biryara Amerîka bû cihê neraîbûnê cem Tirkiyê û serokê wê Erdogan hêzên YPG bi xwînmijan binav kir, nemaze ku ev biryar hat berî serdana Erdogan ji Amerîkayê re.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr xelîl jî ragihand ku, ev alîkarî dê karînên wan bo jinavbirina DAIŞê dê zûtir bike.