Zaharova: Medya Amerika ne azad e!

Seredana Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov a Amerikayê, ligel xwe gelek karvedan di medyaya Rusyayê de anî, lê ne di ya Amerikayê de. Evê yekê Rusya nerehet û dilgiran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seredana Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov a Amerikayê, ligel xwe gelek karvedan di medyaya Rusyayê de anî, lê ne di ya Amerikayê de. Evê yekê Rusya nerehet û dilgiran kir.

Di dema hevdîtina Serokê Amerikayê Donald Trump ligel Wezîrê derve Lavrov de, destûr hate dan ku, tenê yek rojnamevanê Rusyayê beşdar bibe. Rusya ji vê helwêstê gelek dilgiran bûye.

Berdevka Wezareta derve ya Rusyayê Maria Zaharova, ev helwêsta Amerikayê, wekî şermezariyek binavkir. Herweha nêzîkahiya medyaya Amerikayê, ku seredana Lavrov nekir rojev, ji alî Zaharova ve hate rexnekirin û medyaya Amerikayê, wekî medyayek neazad destnîşan kir.