2 efserên Rûsî li Sûriyê hatin kuştin
Medyayên Rûsyayê aşkere kirin, di meha Gulanê de 2 efserên Rûsî li Sûriyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyayên Rûsyayê aşkere kirin, di meha Gulanê de 2 efserên Rûsî li Sûriyê hatin kuştin.
Rojnameya “Kommersant” ragihand, li gor zanyariyên rêxistineke Rûsî ku derbarê karûbarên leşkerên xaneşîn de kar dike, efserekî Rûsî bi pileya Neqîb û bi navê Yevgeny Konstantinov û efserekî din ve di 3 vê mehê de li Sûriyê di êrîşekê de hatiye kuştin.
Digel derbasbûna hêzên Rûsî ji bo Sûriyê bi merema piştevaniya rêjîma Beşar Esed, heta niha bi dehan ji efser û serbazên wan hatine kuştin.