Malbateke koçber ji pişt komkirina paşmayan dijî
Hejmarek mezin ji koçberên ku li Rojavayê Kurdistanê bi cî dibin, di rewşeke pir aloz de dijîn, tevî hebûna gelek saziyên alîkariyê li deverê, lê gelek koçber hene dûrî van alîkariyan e.
K24 – Dirbêsiyê
Hejmarek mezin ji koçberên ku li Rojavayê Kurdistanê bi cî dibin, di rewşeke pir aloz de dijîn, tevî hebûna gelek saziyên alîkariyê li deverê, lê gelek koçber hene dûrî van alîkariyan e.
Emûna Cuma koçbereke ji Helebê ye, di avahiyekê de ku jiyan lê nabe û li tenişt gilêş û gemarê de ligel bi çar zarokên xwe re dijî. Ev malbat rojane naylonê ji gemarê dide hev û difiroşe ta ku du dolaran di rojê de qezenc bike .
Dema ku Emûna berê xwe da bajarê Dirbêsiyê, ew bi hêvî bû ku dest bi jiyanke nû bi zarokên xwe re bike, lê wê nizanîbû ku jiyana wê dê zehmetir bibe.
Belgeya navdewletî ya mafên mirovan peyd bûye ji bo parastina rûmeta mirovan û xala 23 , 24 û 25an dibêje ku ji mafê her kesekiye ji birçîbûnê were parastin. Herwiha ji mafê wî ye dewleta ku ew lê dijî kar jê re peyda bike, lê hin mavnas dibêjin ku li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji koçberan bê cî û war mane.
Li gorî rêxistina Lêborinê ya Navdewletî ji sala 2011an ve û piştî krîza Sûriyê nêzî 7 melyon kes li hundirê Sûrîyê koçber û derbider bûne. Hejmarek ji van koçberan di kampên hundirê Sûrîyê de dijîn û tevî hebûna saziyên hawarçûnê yên navdewletî, lê piraniya koçberan zehmetiyan di warê pêdakirina kar û pêdiviyên jîyanê de dikişînin.