li Rojava hejmara otomîlên bê nimre zêde dibe
Tevî hebûna navenda tomarkirina otomobîlan li Rojavayê Kurdistanê, lê bi sedên otomobîlan li deverê hene ne tomarkirî ne û bê nimre ne.
K24 – Qamişlo
Tevî hebûna navenda tomarkirina otomobîlan li Rojavayê Kurdistanê, lê bi sedên otomobîlan li deverê hene ne tomarkirî ne û bê nimre ne.
Piştî krîza Sûriyê û ji sala 2011an ve û ta niha otomobîlên Ewropî derbasî deverê dibin û hejmareke mezin ji wan bê nemire mane, ev yek cihê metirsiyê ye li cem welatiyan, ku hêvî dikin otomobîlên bê nemire li bajarên Rojavayê Kurdistanê nemînin.
Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Navenda Tomarkirina Siwareyan di Rêveberiya Xweser de diyar dike ku, ji ber hejmara mezin a otomobîlan, hin derengî dikeve karên wan, ku nêzî 4 hezar otomobîl li navendê tomar kirine û xwedanên wan caverê ne ku lewheyên xwe werbigirin
Navenda tomarkirina siwareyan di sala 2014an de dest bi karê xwe kir û ta niha 35 hezar otomobîl li Herêma Cizîrê hatine nemirekirin.
Li gorî reveberiya navbûrî otomobîlên yên ku li navendên rejîma Sûriyê hatine tomarkirin di dema bê de li navendên Rêveberiya Xweser de jî dê tomar bibin .