Li Wanê 2emîn Mîhrîcana Duçerxe ya Emînê Dîn' hate lidarxistin
Li navçeya Westana ser bi Wanê 2emîn Mîhrîcana Duçerxe ya Emînê Dîn' hate lidarxistin. Di mihrîcana xwezayî ya rengîn de gelek pêşbirk û çalakî çêbûn.
K24 – Wan
Li navçeya Westana ser bi Wanê 2emîn Mîhrîcana Duçerxe ya Emînê Dîn' hate lidarxistin. Di mihrîcana xwezayî ya rengîn de gelek pêşbirk û çalakî çêbûn.
Di sala 2000an de hunermendê Kurd Yilmaz Erdogan fîlma xwe ya bi navê 'Vîzontele' li navçeya Westana ser bi bajarê Wanê kişandibû. Di vê fîlmê de karakterê"Emînê Dîn" ji bo Şaredariya Westanê bû çavkaniya sirûşê û bi vê mebestê"Mîhrîcana Dûçerxeyê ya Emînê Dîn"hate lidarxistin.
Ev festîvala kucara 2em e pêk têbi sedan welatî bi duçerxeyên xwe baştarî tê de kirin ûdi parkûra 5 kîlometreyan dirêj de dîmenên rengîn derketin holê. Ligel vê yekê ji bajarên nêzîkê Wanê jî duçerxeajo başdarî festîvalê bûn.
Duçerxeajo Ramazan Demîralp ji K24ê re got:"Ez ji eslê xwe Mêrdînê me. Ez hatime li vir ji bo gerandina duçerxeyê. Bajarê me tiştên wisa çênabin. Duçerxe tiştekî gelekî xweş e.Ev 5-6 sale ez. Ji ber vê yekê ez hatime vê şahiyê ku wextê me xweş derbas bibe."
Ligel vê yekê Midûrê Çandê yê Şaredariya Westanê Mîkaîl Atîk jî bi cil û bergên "Emînê Dîn" başdarî festîvalê bû û bi welatiyan re duçerxe gerand. Atîk ragihand ku armanca wan avakirina sirûşteke paqij û jiyaneke tendurist eji ber vê yekê wan ev festîval lidarxistiye.
Midûrê Çandê yê Şaredariya Westanê Mîkaîl Atîk jî got:"Par wextê ku me ev festîval çêkirî ji gelê me re gelekî sempatik çêbû û hatin şaredariyê ji me re got in we tiştek wisa çêkiriye em gelek jê kêfxweş in. Ne rengek tenê hemû rengên navçeyê, hemû rengên di nava gel de hatin cem hev. Me jî got îsal em hindî nokekî şahiyê bixin di nava dilê gel de em ê vê şahiyê çêbikin."
Rayedar û welatiyên ku beşdarî şahiya duçerxeyê bûn amaje pê kirin ku bi saya şahiyên wisa sirûşta bajarê Wanê paqijtir û bi tendurist dibe. Herwiha şahî bi gotina sitranên kurdî û gerandina govandan bidawî bû.