Sigmar Gabriel li Tirkiyê pirsa Încîrlîkê yekalî dike
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel sibe serdana Tirkiyê dike û da xuyakirin, Eger Tirkiye ji ber berjewendiyên navxweyî rê nede parlamenterên wan serdana Baregeha Încîrlîkê bikin, ewê serbazên xwe ji wir bikşînin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Gabriel beriya ku serdana Tirkiyê bike daxuyanî da rojanameya Almanî Bîld û got, nakokiya bingehîn di navbera Tirkiye û Almanya de qeyrana Baregeha Încîrlîkê ye û divê Tirkiye mafê serdana parlamenterên Almanya bo vê baregehê bicîh bîne û eger ku ji ber siyaseta navxweyî Tirkiye nikare vê bicîh bîne, divê ew yekîneyên xwe ji wir bikşînin.
Gabriel got, wek Tirkiye dibêje, Almanya bi ti awayê piştevaniya PKK nake û jixwe PKK li Almanya ji ber qaçaxiya çek û madeyên hişber rêxistineke qedexekirî ye. Ji ber vê astengkirina PKK li gor berjewenidyên wan e û Tirkiye di vê warî de mafdar e.