Cezaya li ser Hevserokê DBPê hat pejirandin
Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, biryara dadgeha jêrîn ku 8 sal û 9 meh cezaya zîndankirinê dabû Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, pejirand.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, biryara dadgeha jêrîn ku 8 sal û 9 meh cezaya zîndankirinê dabû Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, pejirand.
Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê, derbarê Kamuran Yuksek de bi tometa endamtiya PKKê biryara zîndankirinê dabû. Lê parêzeran bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Dîlokê dabûn.
Hat ragihandin, dadgehê di nav heftiyekê de biryara xwe da û cezaya Yuksek ya 8 sal û 9 meh pejirand.
Parêzeran bo betalkirina biryarê jî, serî li Dadgeha Bilind dan.
Yuksek, Gulana 2016'ê hatibû girtin û piştî 5 mehan hat berdan. Heman dadgehê Adara 2017'ê ceza da Kamuran Yuksek û biryara girtina derxist, lê Yuksek heta niha xwe radest nekiriye.