Îran û Sûriye sînorê Hevpeymaniya Navdewletî dibezînin
Grûpeke ser bi Artêşa Sûriyê ve ji dema 2 salan ve, yekem car e digihin sînorê bi Iraqê û bi 50 k.m ji aliyên bakurê rojhilatê yê deriyê sînorî Tinif yê di bin dest Hevpeymaniya Navdewletî de nêzîk bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke ser bi Artêşa Sûriyê ve ji dema 2 salan ve, yekem car e digihin sînorê bi Iraqê û bi 50 k.m ji aliyên bakurê rojhilatê yê deriyê sînorî Tinif yê di bin dest Hevpeymaniya Navdewletî de nêzîk bibin.
Rewangeha Sûrî a Mafên Mirovan li ser zarê fermandarekî wê grûpê ragihandiye, ku piştî kontrolkirina hin deverên di destê DAIŞê de wan karîbû bigihin nêzîkî sînor û bi 50
Sala borî Hevpeymaniya Navdewletî navendeke leşkerî li Tinifê ava kir, ku hêzên Amerîkî û Brîtanî perwerdekirin û rahênankirina hin grûpên “Artêşa Azad” ji nava wan jî Ceyş Mexawîr El-Sewra dike.
Tevî ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ji kêmtirî mehekê ve, 3 caran hişyarî da artêşa Sûriyê û mîlîşyatên ku pê re şer dikin, da ku ji deriyê Tinifê nêzîk nebin. Berî çend rojan jî Hevpeymaniya Navdewletî grûpeke ser bi artêşa Sûriyê ve ku ji 60 kesî pêk dihat bombebaran kir. Lê hêzên Sûrî û mîlîşyatên Îranî hemû ew hişyarî piştguh kirin.