Mîrê Qeterê seredana xwe ya Tirkiye ragirt

Mîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad El Sanî, ku dihate çaverêkirin dawiya vê hefteyê seredana Tirkiye bike, ragihand ku tevayiya bernameyên xwe yên derveyî welat ragirtin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad El Sanî, ku dihate çaverêkirin dawiya vê hefteyê seredana Tirkiye bike, ragihand ku tevayiya bernameyên xwe yên derveyî welat ragirtine.

El Sanî, berî niha vexwendina Serokomariya Tirkiye ji bo xwarina fitarê ligel hevûdu li Tirkiye pejirandibû. Lê piştî ebluqeya welatên Kendavê ser bi Qeterê tevayiya bernameyên xwe yên derveyî welat ragirt.

Berî çendîn rojan jî, ji bo danûstandinên derdora ebluqeya li ser Qeter, Serokê Amerikayê Donald Trump El Sanî vexwend Washingtonê, lê Mîrê Qeterê ew vexwendin jî ne pejirand.