Iran: Li Siûdiyê kodetayek nerm pêkhat!

Medyaya Îranî girêdayî desthilatê guherîna şûnwarê Şanaşîniya Siûdiyê bi kodetayek nerm binavkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyaya Îranî girêdayî desthilatê guherîna şûnwarê Şanaşîniya Siûdiyê bi kodetayek nerm binavkir.

Ligor agahdariya Middle East Monitor, Telewizyona dewletî ya Îranê di malpera xwe de, gûherîna şûnwarê Şanaşîniya Siûdiyê wekî pêkanîna kodeteya nerm binav kir.

Şahê Siûdiyê Selman îro şûnwarê Şanaşîniya Siûdiyê Nayif guherand û ji cîhê wî kûrê xwe Muhammed bin Selman bicîh kir. Şûnwarê nû bin Selman dê heman demê bibe Wezîrê Bergirî û yê navxweyî jî.