Li Suriye hevkariya Rusya-Tirkiye berferehtir dibe
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, di presskonferansekê de eşkerekir ku, hevkariya Rusya û Tirkiye liser erda Suriye berfereh dibe û li devera Idlibê dibe ku serbazên Rusya û Tirkiye bicîh bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, di presskonferansekê de eşkerekir ku, hevkariya Rusya û Tirkiye liser erda Suriye berfereh dibe û li devera Idlibê dibe ku serbazên Rusya û Tirkiye bicîh bibin.
Kalin diyarkir ku, girêdayî pêkanîna deverên kêmkirina şer mekanizmayek di navbeyna Rusya, Iran û Tirkiye de hatiye avakirin û di vê çarçoweyê de hevdîtinên hurgilî di navbera Rusya û Tirkiye lidar ketin e. Di encamê de dibe ku, li devera Idlibê serbazên Rusya û Tirkiye û li derdora Şamê jî hêzên Iran û Rusya bicîh bibin. Ligor pêşniyarek Rusyayê, dibe ku hin hêzên Kirgizan û Kazaxiyan jî li Suriye bicîh bibin. Di çarçoweya dabeşkirina erkan de, ew jî dikarin rolek bilîzin.
Ev helwêsta nû ya Tirkiye girêdayî Rusya û welatên Kafkasî, ligel xwe dikare çi hestek li gel Opozisyona Suriye ku li Idlibê bicîh bûye derbixe pêş, heta niha nehatiye ragihandin.